• DOLAR 32.368
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2325.305
  • ...
 "Nêzî 13 hezar siwîl hatin daleqandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di rapora ku bi sernavê ‘ Îmha û Daleqandinên Girseyî yên ku di Girtîgeha Saydnaya Sûriyê hatine kirin’ hat weşandin de hat destnîşankirin  13 hezar siwîlên ku tê diyarkirin exlebeyê wan muxalif in li Saydnaya Şamê bi şikleke dizîka hatin daleqandin. Di berdewama raportê de hat destnîşankirin  gelek cûr îşkence li girtîyan hatine kirin û girtî ji av, erzaq û dermanan hatine mehrûmhiştin.

Li gor raporê ev îşkence û sûcên ku li dijî însanetiyê ne bi fermanan rayedarên ji asta bilind ên di hikûmeta Sûriyê de hatine kirin.

Hat destnîşankirin di derbarê mijarê de ji sala 2015an heta 2016an bi 84 kesên ku di nav wan de  parêzvan, rayedar, girtî, hakim û parêzerên kevin ên Girtîgeha Saydnayê hebûn re  hevdîtin hatiye kirin û di encama van hevdîtinan de ev agahî hatine wergirtin.

Lynn Maaloufê Wekîlê Dîrektora Lêkolîna Ofîsa Heremî ya Beyrûtê ya Rêxistina Efûyê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir  ev dehşeta ku di raportê de hatiye nîşandan û ji teref rayedarên ji asta bilind ve hatine kirin  û  ev yek ji bo eciqandina muxalifan hatiye kirin. Maalouf dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em teleb dikin bila ev înfazên bêdaraz demildest bên sekinandin û dawî li wan îşkence û muameleyên neînsanî bê anîn. Her wiha em ji Rûsya û Îrana ku mutefîkê herî nêz a Sûriyê ne teleb dikin bila zextan li hikûmetê bikin da ku hikûmet dev ji van kiryarên xwe berbide.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir