Ji mizgeftan re standart tê anîn
Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê û ji teref Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve ji mizgeftan standart tê anîn û dê bi avayî mizgeftbên yektîpkirin.
Serokê Karên Diyanetê û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê di wan rojên borî de ji bo ‘Projeya Standartkirina Mizgeftan’ hatibûn bal hev. Di civîna ku li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hat tertîpkirin de hat gûftegokirin ka mizgeft çawa bên îmarkirin da ku pêdiviyên roja me tedarik bikin û çawa bên îmarkirin dê li gor medeniyetê bin.
Ji bo camiyên ku nû tên çêkirin hinek taslakên ku tên pêşniyazkirin ev in: Mizgeft dê li nêzî veguhastina tomerî bin, dê li gor bingeha bajêr bên avakirin û her wiha dê di camiyan de qursên Qur’anê, buroyên rêbertiya dînî, cihê firotina neşriyatên dînî, pirtûkxane, navenda ciwaniyê, ji bo zarokan qadên lîstikê, salonên hûner û werzîşê, revîr, kafe, çayxane, salona konferansê, aşxane, mala şînê, xazilxane û ji bo rakirina cenazê cih.(ÎLKHA)