• DOLAR 32.431
  • EURO 34.454
  • ALTIN 2487.222
  • ...
Ji YE û Tirkiyê ji bo penaberên Sûriyeyî plana hevpar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Beşa Tirkiyê ya planê li Enqerê bi raya giştî re hat parvekirin. Di vê beşê de ji bo penaberan banga 3,5 dolar alîkariyê hat kirin. Hat ragihandin fon yanê alîkariya ku hatiye telebkirin dê him ji bo 2 milyon û 800 hezar penaberên li Tirkiyê û him jî ji bo milyonek û 800 hezar Tirkiyeyî re bê xerckirin.

Plana mudaxeleya heremî ya bi navê 3RP ya ku  di nirxê 4,69 milyar dolarî de ye û 5 welatên ku ji qeyrana Sûriyê tesîrdar bûne di nav xwe dihewîne pêşaniyê dide xalên mîna ewlehiya erzaqê, perwerdehî, tenduristî, pêdiviyên sereke û çavkaniyên debarê.

Cîhad Ergînayê Arîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve ye di derbarê mijarê de destnîşan kir fona ku heta îro ji bo qeyrana Sûriyê hatiye dayîn têrî îxtiyacê nekirye û kêm e.

Ergînay di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ji bo mişkîleya penaberan helwesteke hevpar  bê nîşandan û divê  ji bo wergirtina encamê gavên erênî bên avêtin. Ergînay dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 3RP vê yekê kiriye hedef.  Li Tirkiyê ji bo problema penaberan 25 milyar dolar hatiye xerckirin. Armanca me başkirina şert û mercên penaberên Sûriyeyî ye. Fona ku dê bi 3RPyê bê dê ji Sûriyeyiyan re destekeke baştir bê kirin û dê ev yek temamê terefan zêdetir tatmîm bike.”

Di civîna ku hat tertîpkirin de Arîkarê Serokê  AFADê Fatîh Ozer  jî dest nîşan kir  li Tirkiyê 2 milyon û 880 hezar Sûriyeyiyên qeydkirî hene.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir