Şîrketên DYEyê ji Trump re bertek nîşandan
97 şîrketên DYEyê ji ber biryara ku Trump di derbarê 7 welatên Îslamî de dabû bertek nîşan dan. Şîrketan destnîşan kirin ku ev biryar cudakerî ye.
97 şîrketên ku di nav wan de Apple, Facebook, Google û Mîcrosoft jî hene û Elbay, Intel, Twîtter, Netflîx, Levî Strauss û Uber jî piştgirî didin wan ji ber biryara ku Trump di derbarê 7 welatên Îslamî de dabû bertek nîşan dan.
Şîrketên ku di derbarê vê yekê de daxwazname dan mehkemeyekî li San Fransîskoyê. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ev biryar cudakerî ye.
Wekê ku tê bibîranîn Serokê DYEyê Donald Trump di dawiya meha çileya paşîn de di derheqê hemwelatiyên 7 welatên Îslamî yên wekê Iraq, Îran, Lîbya, Yemen, Surî, Somalî û Sudanê de biryar diyar dabû ku êdî çûna van kesan a li DYEyê qedexeye. (ÎLKHA)