• DOLAR 32.549
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2424.423
  • ...
Malbata Sûriyê di nava sir û seqemê de tekoşîna jiyanê dide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

2 malbatên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê ji Hesejê û Serê Kaniyê koç kiribûn û li Êlihê bi cî bûbûn a niha di nava sir seqemê de tekoşîna jiyanê didin. Malbat ji ber ku êzing û komira wan a şewitandinê  tune ye naçar li benda alîkariya xêrxwazan in.

Kesê bi navê Leys El Mahmut di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku êzing û komira wan tuneye ew ji mecbûrî  pêlav û kincên ku nayên bikaranîn di sobê de dişewitînin da ku xwe germ bikin. El Mahmut di berdewama axavtina xwe  de diyar kir ew ev 3 meh e ku hatine Êlihê û ji ber sir seqemê ew nikarin di înşaatan de bixebitin.

El Mahmut di berdedewama axavtina xwe de diyar kir ew bi destheqa birayê wî yê ku di tekstîlê de dixebite hewil didin debara xwe bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 3-4 meh e em ji ber şerê navxweyî ji Hesekê reviyan hatin vê derê . Min ji xwe re digot ez ê di înşaatan de wek hamal bixebitim. Encax ji wextê ku em hatine vê derê ji ber ku hewa cemidiye karê înşaatê tuneye û ez nikarim bixebitim.  Ez bi wesîleya birayê xwe yê biçûk debara xwe dikin. Ji ber ku êzing û komirê me tune ye em kinc û pêlavên ku kêrî tu tiştî nayên dişewitînin. Ez bi wesîleya we bang li rayedar û xêrxwazan dikim. Ji bo zarokê min ji min re bibin alîkar. Ez, zarok, xanim, dê û 3 birayên min em bi hev re dimînin. Hewa pir serma ye  û êzing û komira me tune ye. Her wiha pêdiviya me ya xurek û erzaqê heye.”

 “Em hewil didin bi qarton û kincên kevin xwe germ bikin”

Taha El Mahmutê ku ev sal e ji Serê Kaniyêya Sûriyê ji ber şerê navxweyî koçî Êlihê kiriye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew di demsala havînê de di înşaatan de û di demsala zivistanê de karê rojane dike û hewil dide debara xwe û ya malbata xwe bike.

El Mahmut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku êzing û komira wan tune ye ew encax bi kincên kevin û qartonan hewil didin xwe germ bikin. El Mahmut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 3 sal e ku em hatine Êlihê, rewşa me nebaş e û ez hewil didin bi hamaltiyê debara malabata xwe bikim. Ji ber ku birayê min nexweş e nikare bixebite. Em tev de  7 nefs in. Mala me pir sermaye.  Em hewil didin bi qarton û kincên kevin xwe germ bikin. Ji ber ku d demsala zivistanê de kar tune ye  naxebitim.  Ji wextê ku ez hatime vê derê ve tenê carekê alîkariya komirê ji min re hatiye kirin. Em hewil didin bi qarton û kincên kevin xwe germ bikin. Carinan heqê xwarina me dernaye. Em li benda alîkariya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir