• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji bo lawê xwe yê bi felç malbat bendewarê alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Erebana Entabê di gundê Yaylacikê de Yusuf Turanê 25 salî dema ku 4 meh û nîvî (4,5) bûye dûçarê nexweşiya menenjîtê bûye.

Malbata Turana  feqîr û belengaz ji bo ku lawê wan ê 25 salî tedawiya fizîkî bibîne ji rêvebir û xêrxwazan alîkarî xwestin. Malbatê destnîşan kir ku çendîn sal ê ew zehmetî dikêşin û ji bo tedawiya lawê xwe cî nemaye ku wî nebirine wir. 

Bav Mustafa Turan diyar kir ku lawê wî her roj li ber çavên wî dihele. Lê tu tiştekî ji destê wî nayê. Turan wiha di derbarê mijarê de axivî: “Lawê min ne dikare li ser piyên xwe bisekine û nejî biaxive. Dema 4 meh û nîv bû dûçarê nexweşiya menenjîtê bû û ev 25 sal e wiha ye. Niha 25 salî ye û her tim wiha nexweş e. Em wî tînin tedawiya fizîkê. Ji ber ku nexweş e hemî mihtaciyên wî em temîn dikin. Her wiha ji ber ku ji mejiyê xwe ve jî nexweş e nikare biaxive. Mejiyê wî berbaşiyê ve naçe. Ji roja ku dûçarê nexweşiya menenjîtê bûye heta niha wiha ye. Em bi mehaneya ku didin wî hewl didin wî tedawî bikin. Dehatekî me ya din tune. Em her tim wî tedawî dikin.”

“Ez di nav malê de wî li ser piştî xwe dibim û tînim”

Kadriye Turan wiha diyar kir: “Niha em ji bo mejiyê wî dibin tedawiyê. Her tedawiyekî wî 100 lîre ye. Ez hemî îhtiyaciyên wî temîn dikim. Ez biçim ku derê wî jî li ser pişta xwe dibim wir. Dûvre vê sendelyeya bi teker danê. Ez di nav malê de wî li ser piştî xwe dibim û tînim. Lê derve wî bi vê sendelyeya bi teker digerînim. Ez jî nexweş im. Zehmetî dikêşim. Her tim ez bi vê şiklê bi lawê xwe re eleqeder dibim. Tixtor dibêjin mejiyê wî pêşve naçe. Divê ku tedawiya fizîkî bibîne. Cî nema ku min lawê xwe nebiriye wir. Ez ji bo tedawiya lawê xwe ji rêvebiran alîkarî dixwazim. Heke bibin alîkar dê ez pir kêfxweş bibim. Em hêvîdar in ku piştî vê tedawiyê çêtir bibe.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir