• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Zaroka ku ji şîrê dayîka xwe digiriya bi şûrê qetil kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gor rapora Neteweyiyên Yekbûyî ya nû ya ku mafên însana di nav xwe de dihewîne ji teref hêzên Myanmara Budîst a li eyaleta Rakhîneyê hat ragihandin ku li dijî nifûsa Rohîngyayê îhlala mafên însanî hatiye kirin.

Di rapora ku ji teref Yekîneya Xeberên Derve ya Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) ve hatiye wergerkirin de hat dîtin  ku ji teref polês û leşkerên girêdayê Dewleta Myanmara Budîst û çeteyên mehelî ve îşkence û cînayetên ku hatine kirin derket holê.

Seokê Lijneya Teqîqata Mafên Însanan a NYyê Lînnea Arvîdsson û Berdevkê Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafên Însanan a NYyê Ravîna Shamdasanî daxuyaniyehkî çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku wek rapor hat weşandin de hat destnîşankirin ku gelek îhlal hatine kirin.

Ji teref Komîsertiya Bilind a Mafên Însanan ya NY (OHCHR) ve di serê meha cotmehê de bi însanên ku ji operasyonên leşkerî û tecrîdên li Maungdawê direvîna re hevdîtin hat kirin. Di rapora ku gor vê hevdîtinê hatiye amadekirin de hat îspatkirin ku li Myanmarê hêzên ewlehiyê wek komî tecawuzê însanên ku di mav wan de zarok jî hene kirine û cinayet, lêxistin, windabûyî û îhlalên mafên însanan ên cidî hatine kirin.

Komîserê Bilind a Mafên Însanan yê NYê Zeîd Ra'ad Al Husseîn di derbarê geşedanên li herêmê de wiha destnîşan kir: “Ev zulma ku zarokên Rohîngyayê nayê tehemulkirin. Çi cûr nefret zilamekî sewqê kuştina bi şûrê zaroka ku ji bo şîrê dayîka xwe digirî dike û kî dixwaze ku di wê demê de dayîka vê zarokê ya ku dûçarê tecawûzê bûye qetla zaroka xwe bibîne? Yên ku vê yekê kirine kesên ku ji bo parastina vê pîrekê wezîfedar bûne ne. Ev operasyonwkî paqijiyê ya çawa ye.”

Di raporê de tê diyarkirin ji nîvê pîrekan zêdetir ên ku OHCHR bi wan re hevdîtin kiriyw dûçarê îstîsmara cinsî, tûndî û tecawûzê bûne. Gelek kesên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin diyar dikin ku ew bûne şahidên van cinayetan û malbatên wan winda ne.

Medrese û mizgeft hatin şewitandin

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku delîl didin nîşandan ku ji teref artêş, polês û çeteyên siwîl ve mal, dibistan, market, dikan, medrese û mizgeftên Rohîngyayiyan hatine şewitandin. Her wiha şahidan diyar kirin ku di serî de zeviyên birincan gelek çavkaniyên xurek û erzaqan hatine taxrîbkirin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku di dema bûyeran de gelek însan bi çekan tên kuştin.

Xanî qestî hatin şewitandin, însanan avêtin nav xaniyên ku dişewtîna

Di raporê de wiha hat destnîşankirin: “Dema ku di nav xaniyan de însan hene ev xanî qestî tên şewitandin. Rohîngyayî ji teref endamên artêşê ve bi li nav xaniyên ku dişewitin tên avêtin. Gor îfadeyên ku ji gelek kesan tê sitannndin kal û pîr û astengdarên ku li gundên girêdayê Rakhîneyê dijîn di nav malê de tên berhevkirin û xaniyê dişewitînin.”

Li gelek mexdûr û şahidan tê xistin. Tecawuz li wan tê kirin û dema ku ev tê kirin Ji wan re dibêjin; ‘Hûn bangladeşî ne. Divê hûn biçin wir. Hûn dibînin ku em çi tînin serê we. Xwedayê we çi dikare ji bo we bike.’

“Divê kesên faîl û yên ku vê yekê didin kirin hesab bidin”

Zeîd bang li însanan kir ku ji bo vê yekê bertek nîşan bidin. Dûvre Zeîd wiha bal kişand ser mijarê: “Hikûmeta Myanmarê divê şûna înkariya vê yekê de demildest vê zulmê bide sekinandin û ji bo ku mexdûr bigihêjin edalet, tezmînat û ewlehiyê vê berpirsyariyê qebûl bike.”

 “Jimara kesên ku li sînora Bangladeşê sitirîne 66 hezar e”

Gor Komîsertiya Bilind a Mafên Însanan a NYyê tûndiya ku ji 9ê Cotmehê pê ve dest pê kiriye encama îhlal û tacîzên ku ev demekî dirêj e didome ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku Jimara kesên ku li sînora Bangladeşê sitirîne 66 hezar e.

UNICEF: Îhlalkirina mafên zarokan nayê qebûlkirin

Her wiha Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyiya Yekbûyî endîşeya xwe ya di derbarê îhlala mafên zarokan de anî ziman. UNICEF diyar kir divê ku ev were tehqîqkirin.

Ajansa Neteweyiyên Yekbûyî jî wiha ragihand: “Îhlalkirina mafên zarokan nayê qebûlkirin. Mafê her zarokê cinsiyet, dîn û irqê wî çi dibe bila bibe divê ku were parastin.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir