• DOLAR 32.493
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2435.684
  • ...
Nexweşê SSPEyê mehkûmê jeneratorê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lawê malbata Yildizî Sezerê 20 salî yê ku nexweşê SSPEyê ev 9 sal e ketandî ye li Şernexê di taxa Vakifkentê de dijî.

Ciwanê nexweşê SSPEyê yê ku pêwîst e her roj saet û nîm girêdayê makînê bibe ji ber ku ji teref Midûrtiya Bajêr a DEDAŞê ya Dîcleyê ve hat birrîn mehkûmê jeneratorê bû.

Nazmî Yildizê bavê Sezerê 20 salî yê nexweşê SSPEyê di derbarê mjarê de axivî. Yildiz destnîşan ku fatureya wî ya meha berfanbarê zêde hatiye. Ji ber vê yekê wî ji saziyê re daxwazname şandiye.

Yildizê ku diyar kir ji ber ku encama daxwaznamê nehatiye wî fatureyê ranezandiye. Dûvre Yildiz wiha di derbarê mijarê de axivî: “Di meha Berfanbarê de 847 lîre fatureya ceyrana min hat. Ez daxwazname didim. Di meha din de sererast dikin. Dikeve 97 lîreyê. Di meha herî ewil a vê salê de dîsa wek 636 lîre fatûre hat. Min serî li walîtî û ciyên wekê walîtiyê da. Gotin; ‘Saziya ceyranê ya taybet e. Em nikarin midaxale bikin.’ Lawê min herî kêm pêwîst e rojê saet û nîm girêdayê makînê bibe. Wekê ku tê zanîn makîna buharê bi ceyranê tê xebitandin. Di gel hişdariya ku min li ser panoyê nivîsand dîsa hat birîn.”

Yildiz idîa kir ku personelên EDAŞ Dîcleyê bêserûpê fatureyên ceyranan dibirin. Pêwîst e ku rêvebir fiyata hanê ya zêde tehqîq bikin da ku bê zanîn çima wiha ye. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir