• DOLAR 32.59
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.944
  • ...
 "Em wextê bûn bira me şeref û îzed bidest xist"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaxa Hereketa Însan û Medeniyetê (ÎMH) ya Wanê di bernamerya bi navê “Şehadet û Şehîdî’ lidar xist. Di bernamê de navên Yasîn Boru û hevalên wî, Aytaç Baran û M. Latîf Şener ên ku ji teref PKKê ve hatbûn qetilkirin jî hatin bibîranîn.

Serokê Şaxa Hereketa Însan û Medeniyetê (ÎMH) ya Wanê Abdurrahman Eren di derbarê bernameya ku her sal ji bo bîranîna şehîdan a meha Sibatê de agahî da. Eren wiha destnîşan kir: “Di vî meha mibarek de gelek alim zilamên xwedî doz hatine şehîdkirin. Meha Sibatê meha şan û şohretê ye. Lewra di vê mehê de Mislimanên ku serê xwe li ber zulm û zextiyê netewandin, Mislimanên rastî yên ku hewl dan îzed û şerefa xwe biparêzin bûn hedefa berik zalim û xedar an.”

Dûvre Perwedekar-Nivîskar Dr. Şerafettîn Kalayê ku wek gotarvan beşdarê bernamê bû bal kişand ser giringiya şehadetê. Dûvre Kalay wiha diyar kir: “Şehîdî, qezenckirin e. Şehîdî qezenckirina seadeta her du cîhanan e. Şehîdî mirina beriya mirinê ye.”

“Wextê ku em ji hev bûn em bûne pêkenoka zaliman”

Kalay diyar kir ku bi destdayîna biratiya Îslamê welatên Misliman her tim dûçarê zulmê bûn. Dûvre Kalay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke me biratiya Îslamê ji dest nedabûya dê dîrok û erdnîgar jî cuda bibûya. Dê zaliman li Bosnayê bi hezaran însanan qetil nekiribaya. Dê em jî bendewarê alîkariya ji zalîman nebûna. Dê me ji bo Filîstînê bes li Ewrûpayê mêze nekiraba. Dê zalim nehatiban li Iraqê xencerê di dilê me re nekiribana. Dê ji bo ku Sûrî ser û bin bikin bê ast û bê rûtî nekiribana. Dê bi walatê me nelîstibana. Wextê ku em ji hev bûn em bûne pêkenoka zaliman.”

“Dê tu hewldanên zaliman fayde nede tu kesî”

Kalay diyar kir ku dê bi pifkirinê nûra Îslamê neyê tefandin û vemirandin. Dûvre Kalay wiha destnîşan kir: “Zalim piştî ku nekarîn pêşveçûna Îslamê bidin sekinandin hewl didin ku bi zanist û nirxên wan bilîzin. Em wextê hîn dibin û biratiya me dema xurt dibe em rêyekî dibînin. Dema ku em di rêya Xweda de dimêşin em rêçekî dibînin. Rêça Resûlê Xweda. Heta ku em di wê rêçê de bibin û dil ber bi rêya Xweda ve biçin dê tu hewldanên zaliman fayde nede tu kesî. Dê pifkirinê nûra Îslamê neyê tefandin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir