• DOLAR 32.494
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2433.14
  • ...
Ji malbata mehkûmê 70 salî yê nexweş ji Serokkomarê re bangewazî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku bi kurê xwe yê Şeyhmus Alpsoy re ev 17 sal e di Girtîgeha Tîpa Fyê ya 2 nimreyî ya Tekîrdagê de ye rojên bi zehmet û dijwar diborîne.

Malbaya Alpsoyî daxwaz kir ku bila Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Mehmet Emîn Alpsoyê 70 salî yê ku wek nexweş 17 sal e di girtîgehê de ye gavên erênî bavêje û dawî li vê mexdûriyetê bîne.

Rabîa Alpsoya jina Mehmet Emîn Alpsoy ji ÎLKHAyê de di derbarê mijarê de axavtin kir. Alpsoy diyar kir ku di sala 2000an de polês li ser mala wan de girtiye û polêsê hemî zarok û mêrê wî birine.

Rabîa Hanim diyar kir ku Memet Emîn Alpsoy di destpêka salên hatiye girtin de nexweş ketiye. Alpsoy diyar kir ku mêrê wê surgunê çendîn girtîgehan kirine.

Aksoy diyar kir mêrê wî heftiyeke hêştine bê av. Dûvre Aksoy wiha li axavtina xwe zêde kir. “Dema ku we wî dît ji xwe ev yek diyar bû. Rengê wî çûbû. Lawê min Şeyhmus diyar kir ku ji roja wî birine Tekîrdagê heta niha dî îdrara xwe de xwîn dibîne. Me jî nedizaniya dê em çi bikin. Ji xwe nedikariya li ser piyan bisekine.”

“Wisa nexweş û kal e ku nikare bixwe îhtiyaciya xwe temîn bike”

Alpsoy wiha pê de çû: “Nedikariya îhtiyaciya xwe bi xwe temîn bike. Cilên wî lawê min Şeyhmus dişû. Xwarina wî ew dipêje. Her karên wî Şeyhmus dikir. Niha ew jî nexweş ket. Yanê êdî ez nizanim çi bibêjim. Bila Serokkomar û Serokwezîr ji vî zilmê re bibêjin bes û law û mêrê min ên nexweş bila serbest berdin.”

Alpsoy anî bibîranîn ku desthilatî di destê Serokkomar de hey. Dûvre Alpsoy wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo Xweda bila wê desthilatdariyê bikar bîne û wan însanên nexweş ji girtîgehê derîne. Mêrê min 70 salî ye. Êdî nikare îhtîyaciya xwe bi xwe temîn bike. Nikare li xwe binêre.”

Law Suleyman Alpsoy jî diyar kir ku çendîn sal e bi girtina bavê wî re ew jî tên cezakirin. Dûvre law Alpsoy wiha axivî: “Ev bû sedema gelek mexdûriyetan. Surgunkirina girtîgehên din û muemeleyên kêfî bû sedema mexdûriyetan. Belesebeb di girtîgehê de ye. Ev jî pirsgirêkekî din e.”

Alpsoy diyar kir ji ber ku bavê wî kal e bandora nexweşiya wî zêdetir e. Dûvre Alpsoy wiha destnîşan kir: “Ji ber helana hestî, piştêşan û kalbûnê nikare îhtiyaciya xwe bi xwe temîn bike. Ev yek me jî pirr aciz dike. Berê kekê min Şeymus ihtîyaciyên wî temîn dikir. Niha kekê min jî nexweş ketiye. Ev yek wan pirr bandordar kiriye.”

“Di gel hemî miraceatan tu kes lê eleqeder nebû”

Alpsoy destnîşan kir ku wan di derbarê mijarê de gelek serîlêdan kiriye. Lê digel vê yekê tu kes bi vê yekê re eleqeder nebûye. Alpsoy wiha axavtina xwe domand: “Bi taybet îdareya girtîgehê bi mijarê re eleqeder nebû. Ev yek me pirr aciz kir. Em baş dizanin ku ev hemî ji ber ku em dîndar in tên serê me.”

“Ji serdozgeriyê destûr hat xwestin lê bes 3 deqîqe bi mêrê xwe re hevdîtin kir”

Alpsoy diyar kir piştî ku bav û kekê wî surgunê Tekîrdagê hat kirin misade nekirine ku ew êdî bi tu kesî re hevdîtin bikin. Dûvre Alpsoy wiha ragihand: “Em ji Enqerê diçin Tekîrdagê û di gel destûra serdozgeriyê jina wî ji 3 deqîan zêde nikare pê re hevdîtin bike. Ji bo xweda ev yek çawa tê qebûlkirin? Ev rewş me diqeherîne.”

Alpsoyê ku bang li rêvebir û Serokkomarê kir wiha axavtina xwe domand: “Rapor di holê de ne. 17 sal e bê hincet kekê min ji ber ku lawê bavê min e vê cezayê danê. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin ku bi şiklekî adilane were darizandin. Heta îro me tu tiştekî ji hukûmetê nexwest. Em hêvîdar in ku Serokkomar di derbarê vê yekê de çi hewce dike pêk bîne.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir