• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Di heyama ku milet nehat hesibandin de em dûçarê husranê bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarê merasîma vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê bû. Erdogan destnîşan kir di heyama ku gel nehat hesibandin û hat tehqîrkirin de hertim dûçarê husranê bûne.

Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Me di heyama Çanakkale, Cenga Rizgariyê, Damezrandina Komarê de ji ber derbe, muxtira, rêvebiriyên vesayete bedel dan. Me ji ber qeyranên siyasî, aborî, civakî bedel dan. Bi vê şiklê me bedel da heta ku me rastiyê dît. Wek Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Gurcu, Abaza, Boşnak, Arnavut kuştin û perçe kirin.”

“Em hemî qewm ji Umetê ne”

Erdogan diyar kir li mizgefta ku nimêja Înê kir xutbeya Miftiyê Mêrsînê Dursun Ali Coşkun baş bûye. Dûvre Erdogan wiha diyar kir: “Mezeba hanê yan yê din. Cudahiyekî wiha di nabeyna me de divê ku tunebe. Ev hemî şîrove ne. Em hemî qewm ji Umetê ne. Çavkanî û menşea me Hezretê Adem û Hewa ne. Em ji wir tên.”

Erdogan di dawiya axavtina xwe de hewldana derbeya 15ê Tîrmehê anî bibîranîn û diyar kir Pesîlvanya bi Qandîl û Îmraliyê re bûye yek. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir