• DOLAR 32.386
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2326.566
  • ...
Almanya bangewaziya îadeya efserên derbeker red kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik ji bo 40 efserên ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li Almanyayê sitirîbûn bangewazî li rêvebirên heman welatê kiribû ku serîlêdana sitirîna van efseran neyê qebûlkirin. Hat ragihandin ku ev bangewazî hatiye redkirin.

Işikê ku destnîşan kiribû pêwîst e ku Almanya vê mijarê baş binirxîne wiha axivîbû: “Zimanê ne venagere ku em ji wan re bibêjin leşker. Ev 40 kes ji bo sitirînê serîlêdan kirine. Pêwîst e ku meqamên Almanyayê vê mijarê baş binirxîne û bi herhalê vê serîlêdanê qebûl neke.”

Wezîrê Karûbarên Hindir ê Almanyayê Thomas de Maîzîere di derbarê mijarê de daxuyanî da. Maîzîere di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan vê daxwazê red kirine. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir