• DOLAR 32.515
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2437.887
  • ...
Dê Somalî bi xelayê re rû bi rû bimîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Alîkariya Însanî yê Neteweyiyên Yekbûyî (NY) yê Somaliyê Peter Clerq, diyar kir ku li Somaliyê îhtîmal e ku gel bi xela û mirinê re rû bir û rû bimîne. Ji bo ku ev yek çênebe divê ku ji bo welatê alîkarî zêde bê kirin.

Koordînatorê Alîkariya Însanî yê Neteweyiyên Yekbûyî (NY) yê Somaliyê Peter Clerq, di wextê belavkirina alîkariya herî dawî ya însanî de axivî. Clerq wiha ragihand: “Niha li Somaliyê ji bo ku beriya xelayeke din were girtin wextê têketina hereketê ye. Heke wek demildest alaîkariya xwe ya ji bo vir berfirehtir nekin dê ev yek bibe sedema hişkî, mirin, ji holê rabûna çavkaniyên aboriyê, xerabona bingeha dewlet û aşitiyê.”

Gor Ofîsa Koordînasyona Karbûbarên Însanî ya NYyê (OCHA) li Somaliyê ji ber barana di her du demsalan de hişkiyekî zêde çêbûye. Li herêmên ku hişkî zêdeye kêmasiya baranê û avê mehsûlan ji holê radike û dibe sedema mirna însanan. Însanên li herêmê li hemberê hişkiyê hinek malên xwe difroşin da ku jiyana xwe bidomînin.

Gor rêjeya Yekîneya Analîzê ya Ewlehiya Xurek û Xwedîbûnê (FSNAU) û Hişdariya Zû ya Xelayê (FEWSNET) ya ku ji teref Rêxistina Xurek û Çandinê (FAO) ve tê rêvebirn di 5ê meha Îlonê de jimara kesên mihtac wek 6 milyon û 200 hezar kesan gihayê nîvê nifûsa welêt.

Gor NYyê ji bo zarokan rewş xerabtir e. 363 zarok ji ber kêmasiya xwedîbûnê di xeterê de ne û pêwîst e ku demildest wek niyazî û mihtacî alîkarî liv an zarokan were kirin. Her wiha tê diyarkirin di nabeyna vê jimarê de 71 hezar zarok baş nayên xwedîkirin. Ji bo ku ev nemirin divê ku demildest werin tedawîkirin.

Nûnerê FAOyê yê Somaliyê Richard Trenchard di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Îro li gelek qadên çolwar bi taybet li Bay, Puntlandê wekê salên 2010-2011an rewş mirov endîşedar dike. Mehaneyên karkeran dikeve. Bihayên xurekên mehelî zêde dibin. Temînkirina xurakê bizehmet dibe. Telefbûna heywanan zêde dibe. Bi taybet rêjeya xweyîbûna xerab a di nabeyna zarokan de zêde dibe. Ev hemî dibin sedema felaketê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir