• DOLAR 32.573
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2433.475
  • ...
Li Kanadayê dîsa êrîşî mizgeftêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Piştî êrîşa ku li bajêra Quebec Citya Kanadayê li mizgeftê hat kirin û 6 Misliman hatin şehîdkirin re vêcar jî li bajêra Montreala  Kanadayê êrîş li mizgeftekê din jî hat kirin.

Li gor xeberên ku di çapemeniya Kanadayê de derketine kes an kesên nasnameyên wan nediyar bi kevir û hêkan êrîş birine li ser mizgefta bi navê Khadijah Masjid Islamic Centre.

Berdevkê Polêsên Montrealê Danîel Lacoursîere di derbarê mijarê de destnîşan kir  ew vê bûyerê wek ‘sûcê nefretê’ dinirxînin  û ew êrîşa ku hatiye kirin vedikolin.

Fazle Elahi Ashek Ahmadê ku ji rayedarên mizgeftê bû di derbarê mijarê de destnîşan kir   ew ji ber êrîşa ku hatiye kirin ecêbmayî mane  û ev rewş wan tirsandiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em aştî xwazin û em tenê hewil didin  adapteyê vê derê bibin.”

Muhabbîr Alamê endamê Îttîfaqa Mislimanên Kanadayê  jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Hewil didin me dabeş bikin, lê em ê li vê derê bin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir