Reqamên enflasyonê hatin eşkerekirin
Endeksa Bihayê Serfkaran di meha Çileyê de ji sedî 2,46, Endeksa Bihayê Hilberîneran a Nava Welêt jî ji sedî 3,98 zêde bû.
Li gor daxuyaniya ku ji teref TUÎKê ve hatiye parvekirin Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) di meha Çileyê de ji sedî 2,46, Endeksa Bihayê Hilberîneran a Nav Welêt( YÎ-UFE) jî ji sedî 3,98 zêde bû.
Her wiha hat ragihandin Endeksa Bihayê Hilberîneran a Nav Welêt di meha Çileyê de li gor heman meha sala borî ji sedî 13,69 zêde bû.(ÎLKHA)