• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Gotina 'terora îslamîst' me misilmanan bi rastî aciz dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê Serokwezîra Almanyayê Merkel qebûl kir. Di daxuyaniya hevpar a ku li kulliyê hat dayîn de ji ber ku  Serokwezîra Almanyayê Merkel gotina ’terora îslamîst’  bi kar anî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  wiha got: “Gotina terora îslamîst me misilmanan bi rastî aciz dike. Gotineke wisa nikare bê bikaranîn, ev ne rast e. Lewra îslam û teror nayê bal hev. Wateya kelîmeya Îslamê aşîtî ye. Ji ber vê  yekê ger ku em Îslama ku meneya wê aştî be em bînin li ba terorê, ev yek dê  wan kesên ku mensubê wî dînî ne xemgîn bike. Ez rica dikim ku em vê gotinê bi kar neyînin.  Em mecbûr in li ber vê gotinê rabin.  Ger ku em bêdeng bimînin ev tê wateya qebûlkirinê. Ez bi xwe  jî wek serokomarekî Misliman qetiyen vê qebûl nakim.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir