• DOLAR 32.515
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2437.413
  • ...
Ji bo lawê xwe yê nexweşê SSPEyê bendewarê alîkariyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata ku li navçeya Wêranşara Rihayê dijî piştî ku lawê wê yê di dibistana amadehiyê pola yekemîn de dixwend hat derzîkirin dûçarê nexweşiya SSPEyê bû. Malbat ji bo lawê xwe bendewarê alîkariyê ye.

Salîh Yildizê ku destnîşan kir lawê wî roj bi roj xerabtir dibe ragihand ku êdî êdî tu cî tune ku ew ji wir alîkarî bixwaze.

Yildiz di derbarê mijarê de wiha axivî: “Lawê min dema ku di dibistana amadehiyê pola yekemîn de bû hat derzîkirin. Di encama derzîkirinê de hat vê halê. Me xwest ku em derzî li lawê xwe bidin da ku bi siolametî bibe. Lê ev derzî bû sedema felaketa law û jiyana me. Çendîn sal e em vê qehrê dikêşin. Ji bo tedawiya lawê xwe tu nexwaşxane û derî nema ku ez neçûm. Tu rê nema.”

Yildiz diyar kir ku ji ber vê yekê wan wek malbat pir zehmet kişandine. Dûvre Yildiz wiha pê de çû: “Beriya vê nexweşiyê 30 donim erd, 6 daîre û dikanekî min hebû. Ji ber ku ez di pêvajoya tedawiyê nexebitîm û li bajarên Rojavayê nexweşxane bi nexweşxane zivirîm min hemî malê xwe xerc kir. Niha em li gund di ode û salonekî de di malekî xerabe de dijîn.”

Dê Sare Yildiz diyar kir ku wan ji ber nexweşiya lawê xwe rehetî nedîtine. Dûvre Yildiz wiha diyar kir: “Ji ber vê nexweşiyê lawê me her roj dimire. Em jî bi wî re dimirin. Jiyan ji bo me bûye zindan. Tu qehr nema ku me nexwar. Dê ez roja mehşerê ji kesên ku bûne sedema vê yekê gilîdar bibim. Dê her du destên min di qiriqa wan de bibe.” (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir