• DOLAR 32.516
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2435.327
  • ...
Gel ji ber ku avahiyên tendirûstiyê vala dimînin bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ya ku wek 300 nivînî ji teref Wezîrtiya Tendirustiyê ve bi Serokatiya Îdareya Xaniyên Komelî (TOKÎ) hat sazkirin par dest bi xizmetê kir.

 Piştî ku nexweşxaneya nû dest bi xizmetê kir bi binasiya ku şert û mercên fizîkî xerab in Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê jî kişandin avahiya nexweşxanê ya nû.

Piştî kişandina avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê ji ber ku avahiya kevin maye vala ev mijar di raya giştî de demekî dirêj e ku tê nîqaşkirin. Gel dixwaze ku ev avahî di qada tendirûstiyê de werin bikaranîn.

Riza Gultekîn ji ber ku avahî maye vala bertek nîşan da û destnîşan kir berê jî hinek avahiyên raya giştî yên ku li Mêrdînê hatibûn valakirin 5 sal wilo mane. Gultekîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha avahiya vala ya ku berê xizmeta Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê pêk dianî di navenda bajêr de ye. Yanê gihana li wê derê him ji bo kesên ku peyade diçûn û him jî ji bo kesên xwedî wesayît pirr rehet e. Ji ber vê yekê divê ku avahî vala nemîne.”

Hemwelatiyê ku nexwest navê xwe diyar bike destnîşan kir ku dizên vê valakirina van avahiyan wek firset dihesibînin nexweşxanê talan kirine. Kesên tiryakê bikar tînin jî vê derê ji xwe re kirine mesken.

Pîreka ku nexwest navê wê were diyarkirin jî destnîşan kir ku ev 6 meh e Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê vala ye. Wê destnîşan kir divê ku demildest ev avahî wek navenda tendirûstiyê were bikaranîn.

Her wiha Midûrê Tendirûstiya Bajêr ê Mêrdînê Mehmet Dervîşê ku me pê re hevdîtin kir diyar kur ku wî wek teklîf diyar kiriye bila Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê ji bo kompleksekî tendirustiyê an jî navenda tendirustiyê were bikaranîn.

Midûrê Tendirustiyê Dervîş wiha pê de çû: “wek midûrtî em hewl didin ku Nexweşxaneya Zayîna Jinê û Nexweşiyên Zarokan a Mêrdînê ya kevin bizivirînin navenda tendirûstiyê. Lewra seha pir fireh e.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir