• DOLAR 32.328
  • EURO 35.13
  • ALTIN 2300.783
  • ...
Xwe bi tifingê kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat idakirin ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê kesê bi navê Gokhan Çetînkaya (36) ji ber sedemên ku nayê zanîn xwe bi tifinga nêçîrê kuştiye.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Gokhan Çetînkaya (36) di muhasebeya fîrmaya înşeatekî de dixebitiya. Hat idîakirin ku Çetînkaya di derdora saet 10.00an de li Taxa Kooperatîfê ya li ser Cadeya Kişlayê di apartmana Stadyumê de xwe bi çeka nêçîrê kuştiye.

Piştî ku hemwelatî dengê çekê bihîstin xeber dan polêsan. Dema ku polês hatin ciyê bûyerê Çetînkayayê wek mirî dîtin. Polês li hawîrdor dest bi tehqîqatê kir. (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir