Li Êlihê ji ber cemedê qezaya zincîrî pêk hat: Birîndar hene
Li Êlihê piştî ku berfa bariya qeşa ket, ji ber keşaya ku ket 7 wesayîttevlî qezaya zincîrî bûn, di qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Êlih-Kozlukê li nêzî gundê Kerikê di wextên şeveqê de ji ber cemeda ku li ser rê girtibû qezaya zincîrî pêk hat. 4 TIR, wesayîteke cenazê û 2 qamyonet tevlî qezayê bûn. Di qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)