Di ehliyetê de randevuya onlîne mexdûr dike
Ajokar û namzedên ajokariyê yên ku ji ser 'Pergela Onlîne ya Randevuyên Belgeya Ajokaran' randevuyê standinedestnîşan kirin piştî çend mehan dor tê wanû ev yek jî wan mexdûr dike.
Ajokar û rayedarên qursên ajokaran di derbarê mijarê de diyar kirin kesên ku dixwazin ehliyeta xwe nû bikin û kesên ku dixwazin ehliyetê derxînin dema ku ji ser ‘Pergela Onlîne ya Randevuyên Belgeya Ajokaran’ randevuyê distînin piştî çend mehan dor tê wanan û ev yek jî wanan mexdûr dike. Ajokar û rayedarên qursên ajokaran ji ber vê yekê balan kişandin li ser mexdûriyetên xwe û xwestin ku ji vê re çareyek bê dîtin.
Guherandina belgeyên kevin a ajokaran bi yên nû ve ji Yekê Çileya 2016an vir ve dest pê kir. Belgeyên ajokaran dê karibe di nava 5 salan de bên guhartin. Ajokar û namzedên ajokariyê piştî ku ji ser navnîşana înternetê ya Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê (www.surucurandevu.egm.gov.tr) rendavu standin re dikarin kirariyên belgeyên ehliyeta nû bikin.
Serîlêdan gelek zêde ne
Rayedarên Midûrtiya Şaxa Trafîkê ya Êlihê di derbarê mijarê de diyar kirin ji bo temamê kirariyên ehliyetê serîlêdan tên qebûlkirin û ji hinek welatiyan re ji bo piştî çend mehan randevu tê dayîn ku sedema wê jî serîlêdanên zêde ye.(ÎLKHA)