• DOLAR 32.598
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2496.163
  • ...
Organên zarokê ji 3 kesan re bû hêvî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê organên Abdulhadî G. yê 3 salî yê ku jiyana wî bi makînê didomiya hat bexşandin. Piştî ku malbata Abdulhadî mijarê pejirand Organ ji 3 nexweşên ku li Meletî tedawî dibûn re hat dayîn.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji ber sedemên zayînê Abdulhadî G. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî ku qelbê wî sekinî wî li Nexweşxaneya Parka Taybet a Mêrdînê razandin û bi hewldayînên pizîşkan qelbê Abdulhadî ji nû ve xebitî lê êdî jiyana wî girêdayê makînê bû. Piştî ku malbata Abdulhadî dayîna organên zarokê xwe pejirand kezeb û gurçikên zarokê dan 3 nexweşên ku li Meletî tedawî dibûn.

Tîma neqlê ya ku bi balafirgeha ambulansê hat Mêrdînê. Dûvre bi emeliyata ku nezî 3 saet ajot ji teref Pisporê Anestezî Dr. Alî Riza Şeren, Pisporê Cerrahî yê Giştî Op. Dr. Huseyîn Bagcier û tîma bi wan re organên Abdulhadî jê hat sitandin.

“Organên ku hatin bexşandin ji 3 nexweşan re bûn hêvî”

Pisporê Anestezî Dr. Alî Riza Şeren di derbarê bexşandina organan de daxuyanî da. Şeren wiha axivî: “Nexweşê me ji ber sedemên zayînî ji zayînê pê ve tedawî dibû. Malbata nexweşê zaroka biçûk herî dawî wî doh rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Qelbê zarokê sekinîbû û ji teref pizîşkan ve piştî hewldayîna 5 deqîqan ji nû ve xebitî û wî dûvre avêtibûn unîteya lênêrîna giran. Dûvre nexweşê sewqê nexweşxaneya me kirin. Zaroka ku wî hildan unîteya lênêrîna giran digel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê bi xizmên zarokê re hevdîtin hat kirin da ku organên wî bê bexşandin. Sax bibin dê û bav û xizmên wî wek erênî bersiv dan.”

“Pêwîst e ku em di derbarê bexşandina organan de empatî bikin”

Şeren destnîşan kir ku ev cara duyemîn e li Mêrdînê bexşandina organan pêk tê. Dûvre Şeren wiha diyar kir: “Di nexweşxaneya me de berê jî bexşandina organê pêk hatibû. Bi vê neqlê ev bû cara duyemîn ku li Mêrdînê bexşandina organan pêk hat. Her du malbatên me yên ku organan bexşandibûn jî zarokên wan ji zayînê pê ve ji ber kêmasiya organan û pirsgirêkên tibî zarokên ku tedawiya tibê didîtin bûn. Ji ber ku îhtiyaciya van zarokan jî bi organan hebû malbatan dizaniya ku ev yek rewşekî çawa ye. Malbatên ku bexşandina organan qebûl kirin pirsgirêkên bexşandina organan dizznîna wan gotin; ‘bila kesên din zehmetiyên ku me kişandin nekêşin’ û bi şiklekî aqlê selîm bexşandina organan qebûl kirin.” (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir