Li Elezîzê di mezinahiya 3.4an de erdhej
Li navçeya Madena Elezîzê di mezinahiya 3.4an de erdhej çêbû.
Di daxuyaniya ku ji teref AFADê ve hatiye dayîn de hat ragihandin îro di derdora seat 14,17an de li navçeya Madena Elezîzê di mezinahiya 3.4an de erdhej çêbû û erdhej li derdora Madenê jî hat sehkirin.
Hat hînbûn ji ber erdheja ku pêk hatiye tu xisar pêk nehatiye û tiştek bi tu kesî jî nehatiye.(ÎLKHA)