Ekîba mucadeleya bi berfê re qeza kir: 3 birîndar
Li navçeya Baskîla Elezîzê ekîba mucadeleya bi berfêre qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li nêzî gundê Sutluceya Baskîlê pêk hat û di qezayê de yek jê giran tev de 3 karker birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Elezîzê hatin kirin. (ÎLKHA)