• DOLAR 32.592
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2497.805
  • ...
Ji bo ku têkevin xaniyên xwe tunelan çêdikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bedlîsê ji ber barîna berfê ya bandordar xaniyên yek qat û wesayît di bin berfê de man. Hemwelatî jî ji bo ku têkevin malên xwe tunelan çêdikin.

Bi taybet avahiyên yek qat ên ku li Taxa Beşmînare ya li ser Cadeya Selahaddîn Eyyûbî ye ji bilî ve di bin berfê de mane. Hinek avahî ji xwe qet nayên dîtin û hinek jî ji xwe bes banê wan dixwiyê. Hinek avahiyên ku di bin berfê de mane jî bi hilweşînê re rû bir û mane.

Zarok û ciwanên li taxê bi mecirfan ji bo ku têkevin nav malên xwe tunelan çêdikin. Bedlîsiyên ku div an salên herî dawî de dûçarê barîna berfê bûne berf û cemedên li serê banan û li ber şîpanekan hewl didin bi derfetên xwe paqij dikin.

Her wiha hat ragihandin ku li mintika Kevirê Qul û Rehwayê TIR di rê de asê mane. Îdareya Taybet, ekîbên Rêbejê û şaredariyê ji bo ku rê werin vekirin xebatên xwe bê navber didomînin. Rêvebirên meteorolojiyê jî destnîşan kirin ku dê germahî hêj jî bikeve û ji ber xeteriya aşîtê hişdarî hat kirin. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir