• DOLAR 32.484
  • EURO 34.784
  • ALTIN 2472.542
  • ...
Ji bo her du encamên dê di netîceya referandûmê de derkevin em nikarin bibêjin ev rast e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pergela serokomariyê û ya parlementeriyê jî  di nav xwe de bi sepanên xwe cudahiyan derdixin meydanê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê em di derheqê her duyan de jî bi şikleke eseh nikarin bibêjin ev rast e û ji vê pê ve tu tişt nabe.”

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li hemberî qerara ku dê xelk di referandûmê de bide re bi rûmet û hûrmetdar in û dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “Teklîfa makeqanûnê di meclîsê de hat qebûlkirin. Êdî em ê biçin referandûmê. Di vê referandûmê de dê Tirkiye qerarê bide. Millet vê guhartine an ew ê qebûl bike en jî red bike. Qerara xelkê çi derdikeve bila derkeve ser serê me cihê wê heye. Pergela serokomariyê û ya parlementeriyê jî  di nav xwe de bi sepanên xwe cudahiyan derdixin meydanê. Hûn nikarin bibêjin pergela serokomariyê jî ya parlementeriyê jî pergela herî baş a cîhanê ne. Em ji bo her duyan jî nikarin bibêjin eseh ev rast e  û ji vê pê ve nabe.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir