• DOLAR 32.494
  • EURO 34.566
  • ALTIN 2496.35
  • ...
Malbatên mahkûmên nexweş dixwazin dengên wan bê bihîstin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Olam berî vê 16 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî  hat girtin û di dema ku di girtîgehê de bû ji qelbê xwe ameliyat bû. Malbata Mehmet Olam di derbarê rewşa wî de destnîşan kir dema ku mesele mehkûmên nexweş bin xwe kerr û lal dikin.

Mexdûriyeta kesên xwediyê nasnameya Îslamî yên ku ji teref FETO û rêxistinên kur ên dewletê ve hatibûn mexdûrkirin hêj berdewam dike. Mehmet Olam berî vê 16 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî  hat girtin û di dema ku di girtîgehê de bû ji qelbê xwe ameliyat bû. Malbata Mehmet Olam di derbarê mijarê de diyar kir ew naxwazin ku Mehmet Olam jî wek wan mehkûmên din ên nexweş di girtîgehan de bimre û berî kêlîkê bila bê tehliyekirin.

 Mehmet Olam di sala 2001an de di serdegirtina ku li cihê karê wî hat kirin de hat girtin û bi rojan îşkence lê hat kirin. Olamê ku bi rojan îşkence lê hat kirin ji teref mehkemê ve bi kumpas û komployan hat girtin û ev 16 sal e ku di girtîgehê de tê girtin.

Olamê ku di girtîgehê de bi nexweşiyên cûrbecûr ket berî vê mehekê ji qelbê xwe ameliyat bû û stent bi damarên wî ve kirin. Dû re jî Olam cardin şandin girtîgehê. Malbata Olam di derheqê mijarê de destnîşan kir Olam bi vî halê halê xwe ji mirinê re hatiye terkkirin û ew bifikarin ku Olam jî wek wan mehkûmên din ên nexweş di girtîgehê de bimire.

“Dema ku birayê min têkete girtîgehê li ser xwe bû û tiştekî wî tunebû”

 Huseyîm Olamê ku kekê Mehmet Olam e di derbarê mijarê de destnîşan kir ew û birayê wî di sala 1998an de  ji teref rêxistinên paralel ên di nava dewletê de ne ve hatine revandin. Huseyîn Olam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 10 rojan em di bin binçaviyê de man û piştî gelek îşkenceyên ku li me kirin me serbest berdan. Dû re min û birayên min cardin girtin. Piştî 4 mehan jî serbest berdan. Birayê min herî dawî di sala 2001an de hat girtin û jê re cezaya giran a hepsê dan. Ev 16 sal e ku girtî ye.  Dema ku birayê min hat girtin tu problema wî ya sihat û tenduristiyê tunebû.  Lê di dema ku di girtîgehê de bû de pê re nexweşînin peyda bûn. Herî dawî pê re nexwşiya tansiyon û şekir hat teşhîskirin. Berî vê mehekê di girtîgehê de qrîza qelb derbas kir û ameliyat bû. Li nexweşxanê anjiyo bû û stent bi damara wî ve kirin. Dû re jî dîsa wî şandin girtîgehê.”

Olam di berdewama axavtina xwe de di bîra xist ku gelek mehkûmên nexweş ên ku ji ber nasnameyên xwe Îslamî hatine girtin di girtîgehê de hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi ya min ger ev mehkûmên nexweş çepgir bana  ew ê wanan tehliye kiribana û qet nebana wanan dê şandibana ba malbatên wan. Lê dema ku mesele mehkûmên xwediyê nasnameya Îslamî be xwe kerr û lal dikin û naxwazin wanan bibînin.”

 “Êdî bila mehkûmên nexweş bişînin cem malbatên wan”

Olam di berdewama axavtina xwe de diyar kir li hember mexdûriyetên mehkûmên xwediyê nasnameya Îslamî bêndeng tê mayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di heyama serokomartiya Ahmet Necdet Sezer de nêzî 250 însan bi hinceta nexweşiyên cûrbecûr  hatin tehliyekirin. Exlebeyê van DHKP-C û MLKPyî bûn. Di heyama Abdullah Gul de jî hinek kes bi hinek hincetan hatin tehliyekirin. Em dixwazin ji bo van mehkûmên nexweş ên xwediyê nasnameya Îslamî jî tiştin bên kirin û ew jî bên tehliyekirin. Ev mehkûm bê sûc û bê guneh in. Bi ya me ev mehkûm bi kumpas û komployên FETO hatin girtin. Em teleb dikin ku ev mehkûm bên berdan.”

 “Berî ku wefat bike bila serbest berdin”

Hulya Olama ku xanima Mehmet Olamî ye jî di derbarê mijarê de diyar kir berî ku Mehmet Olam bikeve girtîgehê ne nexweş bû û li ser xwe bû. Hulya Olam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 16 sal e ku zilamê min di girtîgehê de ye. Mehmet berî ku bikeve girtîgehê ne nexweş bû û li ser xwe bû, li wê derê nexweş ket û qrîza qelb derbas kir. Pê re nexweşiyên astim, bronşît û fitiqê heye. Temamê nexweşiyan di girtîgehê de pê re derketin. Gelek kesên weke wî di girtîgehê de ne. Em dixwazin ew werin berdan. Me gelek eziyet û zehmetî kişand. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kir. Zarokên min bêyî bavên xwe mezin bûn. Bila ji nû ve bên darizandin, em dixwazin bên berdan.”

 “16 salan ez bi hesreta bavê xwe dijîm”

Sara Olama ku qîza Mehmet Olamî ye di derbarê mijarê de diyar kir dema ku bavê wê hatiye girtin ew 3 salî bûye. Sara dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 16 sal e ku ez bi hesreta bavê xwe dijîm. Êdî ez û birayên xwe dixwazin bavê me li ba me be. Her wiha dê û bavê, bavê me jî bi hesreta lawê xwe mezin bûn. Ez dixwazim dawî li vê dûrbûnê bê anîn. Em dixwazin êdî bên tehliyekirin. Heta niha diya min li me mêze kir û me mezin kir, lê ez dixwazim êdî bavê me li ba me be.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir