Li ser Rêbeja Denîzlî-Uşakê qeza: Miriyek, birîndarek
Di qezaya ku li ser Rêbeja Denîzlî-Uşakê pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeje Denîzlî-Uşakê di derdora seat 23.30an de pêk hat. Hat diyarkirin du wesayît li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de Serdar Ozgormuş birîndar bû û Rahmî Ozturk jî jiyana xwe ji dest da.
Ji ber qezayê nêzî 2 seatan Rêbeja Denîzlî-Uşakê ji trafîkê re girtî ma.(ÃLKHA)