• DOLAR 32.34
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2307.62
  • ...
Nifûsa Tirkiyê hat eşkerekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nifûsa Tirkiyê ji teref TUÎKê ve hat eşkerekirin. Li gor beyaneta ku ji teref TUÎKê ve hatiye dayîn  nifûsa Tirkiyê milyonek û 73 hezar û 818 kes zêde bû û ji 31ê Kanûna 2016an pê ve bû 79 milyon û 824 hezar û 871 kes. Her wiha li gor daxuyaniyê nifûsa zilaman bû 40 milyon û 43 hezar û 650  û ya pîrekan jî bû 39 milyon û 771 hezar û 221 kes.

Nifûsa herî zêde li Stenbolê û ya herî hindik jî li Dêrsimê ye

 Li gor daxuyaniyê xwediyê nifûsa herî zêde Stenbolê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin tevde  14 milyon û 804 hezar û 118 kes li ser nifûsa Stenbolê qeydkirîne. Her wiha hat ragihandin xwediyê nifûsa herî kêm jî Dêrsim e û  82 hezar û 193 kes li ser nifûsa Dêrsimê qeydkirîne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir