• DOLAR 32.525
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2428.403
  • ...
Ciwanê astengdar di îmtîhana sîyerê de xwêdan rêt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendekarê bi navê Yusuf Zîya Guzeç ê ji aliyê çavên xwe ve astengdar li navçeya Farqîna Diyarbekirê beşdarê îmtîhana sîyerê bû. Guzeç ragihand ku ew pir dixwaze içe Umreyê.

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê nêzî 3 hezar kes beşdarê îmtîhana sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn. Ji berşdaran Yusuf Zîya Guzeç ê ji aliyê çavên xwe ve astengdar e beşdarê îmtîhanê bû. Guzeç ragihand ku ew pir dixwaze içe Umreyê.

Koordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember ê Farqînê Adnan Baylen diyar kir ku ji ber barîna berfê ya bandordar rêyên gelek gundan hatine girtin. Ji ber vê yekê ew bi hinek pirsgirêkan re rû bi rû mane.

“Ez pir dixwazim biçim Umreyê”

Xwendekarê bi navê Yusuf Zîya Guzeç ê ji aliyê çavên xwe ve astengdar li navçeya Farqîna Diyarbekirê beşdarê îmtîhana sîyerê bû. Guzeç diyar kir ku armanca wî ew e ku biçe Umreyê. Dûvre Guzeç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez beşdarê îmtîhana sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûm. Nîyeta min ne ew e ku ez telefon, zêr û tablet bidest bixim. Armanca mine w e ku ez biçim Umreyê. Bi îzna Xweda heke ez qezenc bikim pirr dixwazim biçim Umreyê. Xweda çûna Umreyê bike nesîbê herkesê. Kîjan xêr e Xweda wê bike nesîb.”

“Gelek kêmasiyên me derdikevin”

Omer Genelê ku di qategoriya 4 emîn de têket îmtîhanê wiha destnîşan kir: “Xweda ji her kesên ku keda wan di îmtîhanê de heye re razî bibe. Îmtîhanekî pir baş bû. Bi wesîla vê îmtîhanê me pir jiyana Pêxemberê xwe xwend. Em çi qas dixwînin dibînin ku kêmasiyên me derdikevin. Em çiqas bixwînin tiştên cudatir û mînakên xweştir dibînin. Bi vê wesîlê em dikarin xwe sererast bikin.” (ÎLKHA) 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir