• DOLAR 32.515
  • EURO 34.602
  • ALTIN 2504.544
  • ...
Sîxûran xebatên tunelan dan sekinandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku ji teref Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Avê Dewletê (DSÎ) ya Wezîrtiya Daristan û Karûbarên Avê ve li Gola Bendava Ataturk a ku xebata tunelê dihat kirin sîxûrên ku nifşa wan bi xelasbûnê re rû bi rû maye hatin dîtin. Ji ber vê yekê navber ji xebatan re hat dayîn.

Piştî ku sîxûr hatin dîtin Midûrtiya Giştî ya Parastina Sirûştê û Parkên Neteweyî (DKMP) hat agahdarkirin. Dûvre xebatên tunelê ji ber vê yekê hatin sekinandin.

Piştî ku DSÎ û DKMP bihev re hevdîtin kirin biryar hat dayîn ji bo ku sîxûr zirarê nebînin navbir ji xebatan re hat dayîn. Piştî lêgerîna dîtina sîxûran hat idîakirin ku 5 sîxûr hatine dîtin.

Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu di derbarê mijarê de daxuyanî da. Eroglu di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Di vê bûyerê de wekê ku tê dîtin 2 midûrtiyên me yên giştî bi hev re xwedî li jiyana çolistanê derketine. Ji bo me xwedî derketina li cûrbicûriya bîyolojîk her wext mihîmtir e.”

Eroglu di derbarê sîxûrên ku li ber Bendava Ataturk hat dîtin de destnîşan kir ku sîxûran neqlê Xelaskirina Heywanên Yabanî û Rehabîlîtasyonê ya Golpinarê kirine. Her wiha Eroglu diyar kir ku sîxûr ji teref veterîneran ve hatine kontrolkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir