• DOLAR 32.552
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2428.49
  • ...
Wezîrtiya Karûbarûbarên Hindir: Di heftiya herî dawî de 185 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezîrtiya Karûbarûbarên Hindir ve hat dayîn de hat ragihandin ku di hefitya herî dawî de li dijî PKK, FETO, DAÎŞ û tacirên tiryakê operasyon hatine lidarxistin. Di van operasyonan de 185 kes hatine girtin.

Gor daxuyaniyê di nabeyna 23-30 çileya paşîn de ji teref cendirmeyan ve li dijî PKKê 202 operasyon hatine lidarxistin. Di encama van operasyonan de 3yê wê sax û yekê wî jî teslîmbûyî bi tevahî 4 PKKyî hatine girtin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nabeyna vê dîrokê de 7 kesên têkiliya wan bi rêxistina terorê re hebûn hatine binçavkirin. Li gelemperê welat di 5 bajaran de 25 penageh, sitaregeh û şikeft hatine xerakirin û 21 teqemenî jî hatine bidestxistin.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 418 kîlo amûrên teqemeniyê, 17 narincok, 32yê wê giran û bi yên lûledirêj re 43 çek hatine bidestxistin.

Di encama operasyonên li dijî tacîrên tiryakî hatine lidarxistin de di 81 bajaran de 568 operasyon ahtin lidarxistin. Di encama operasyonê de 891 kîlo 792 gram esrar, 112 lîlo eroîn, 299 hezar û 502 hebên tiryakê, 13 kîlo û 734 gram metamfetamîn, 3 kîlo kokain û 140 şitilên kinifê hatine bidestxistin. 

Her wiha 783 hezar pakêtên cixareyên qeçax û 24 hezar û 502 lître sotemenî hatine bidestxistin. Di bergeha van operasyonan de 765 kes hatine binçavkirin û 101 kes jî hatin girtin. Di operasyonên ku li dijî DAÎŞê hatin lidarxistin de 26 kes hatine binçavkirin û ji van yekê wî hatiye girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama operasyonên li dijî FETO/PDYyê hatine lidarxistin de 625 kes hatine binçavkirin û ji van 42 kesê wî hatine girtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir