• DOLAR 32.499
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2429.204
  • ...
"Gelo Serokomar rayeya xwe dê dema ku bavê me mir  bi kar bîne!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi Ahmet Arslanê gelek îşkence lê hatin kirin re gelek nexweşî û nerehetî peyda bûn. Li gor rapora tenduristiyê  bi Ahmet Arslan re nexweşiyên şekir, tansiyon hene û her wiha 4 damarên wî ji sedî sed xitimîne. Arslan ji ber van nexweşiyên xwe 6 caran ameliyat bû. Her wiha li gor beyanata doxtora wî muhtemel e ku Arslan her gav qrîza qelb derbas bike.

Malbata Ahmet Arslanê ku nexweşiya wî lê zêde kiriye di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Xiyasettîn Arslanê ku lawê Ahmet Arslan e di derbarê mijarê de diyar kir digel ku ev qas nexweşî bi bavê wî re hebin jî  wî di girtîgehê de digrin û dû re qala êş û elemên ku bavê wî dikşîne kir.

 “ Bavê me li ber çavan terkî mirinê dikin”

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir êdî tiştekî ku doxtor ji bo bavê wî bikin nemaye. Arslan dû re rexneyên xwe yên di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “ Me serokomaran bi rayeyên wan nas dikir. Di rabirdûyê de serokomar kesên ku wek wan difikirîn tahliye kirin. Encax ne Abdullah Gul û ne jî Tayyîp Erdogan ji bo mahkûmên nexweş û êxtiyar vê yekê nekirin. Û bavê me li ber çavan ji mirinê re tê terkkirin.”

 “Gelo Serokomar rayeya xwe dema ku bavê me mir dê bi kar bîne?”

Abdulkadîr Arslanê ji lawên Ahmet Arslan e jî di derbarê mijarê de diyar kir  halê bavê wî nebaş e û bavê wî ji ber nexweşiyên xwe 18 dermanên cuda bi kar tîne. Arslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê serokomar mahkûmên nexweş û êxtiyar serbest berde. Gelo Serokomar rayeya xwe dema ku bavê me mir dê bi kar bîne?”

 “Dosyaya mahkûmên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatine girtin ji nû ve vekin”

Xelîl Îbrahîm Arslanê lawê herî biçûk ê Ahmet Arslan e jî di derbarê mijarê de diyar kir kesên ku ji doza Ergenekonê ketibûn hundir hatin tahlîyekirin û ji wan re  tazmînat hatiye dayîn. Xelîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez vê ne tenê ji bo bavê min, ji bo temamê Yusufiyan dibêjim. Dosyaya mahkûmên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatine girtin ji nû ve vekin. Ez nabêjim wî tehliye bikin, tenê kontrol bikin.”

“Ahmet Necdet Sezer 200 mahkûmên çepgir ji girtîgehê derxistibû”

Arslan di dawiya axavtina xwe de  ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re ji ber ku rayeya xwe efûkirinê ji bo mehkûmên mutedeyyîn bi kar nayîne bertek nîşan da û wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “  Ahmet Necdet Sezer rayeya xwe bi kar anîbû û  200 mahkûmên çepgir ji girtîgehê derxistibû. Gelo çima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vê rayeya xwe ji bo mehkûmên nexweş ên ku ji ber nasnameya xwe Îslamî hatine girtin bi kar nayîne. Ev însan ne yên efûkirinê yên ku însan ji wan efûyê bixwaziye. Ger ku serokomar vê rayeya xwe bi kar bîne dê li ser navê Îslamê, mislimantiyê û li ser navê ummetê tiştekî bike.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir