• DOLAR 32.388
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.69
  • ...
 "Pêwîst e Hz. Muhammed(s.x.l) li ser qelban bê neqşandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul di derbarê îmtîhana siyerê ya ku dê vê yekşemê bê kirin de nirxandinan kir. Akgonul di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir îsal nêzî 200 hezar kesî serî li îmtîhanê daye.

“Ger em her sal heyata wî carekî bixwînin  em ê mucadeleya wî îdrak bikin”

Akgonul di berdewama axavtina xwe diyar kir îmtîhan dê li 150 navendan di seat 10.30an de bê kirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyatê de kesê ku divê em herî zêde girîngiyê bidinê Hz. Muhammed(s.x.l.) e. Ger em her sal heyata wî carekî bixwînin  em ê mucadele û doza  wî û her wiha şiara wî , xeyreta wî û mîrasa ku wî ji me re hiştiye  îdrak bikin. Di îmtîhanê de armanca me ya sereke ev e. Înşaallah em ê xelata kesên ku dê bikevin derecê bidin wan.”

“Siyer ji bo me çavkaniyeke elzem û şert e”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê kesên ku dê bikevin îmtîhanê kurteya kitêbê ya li ber destên wan cardin kontrol bikin û bixebitin, lewra ew bi feyde be. Akgonul dû re wiha pê de çû: “Windakarê/a vê îmtîhanê nîne, her wiha sîyera nebî ji bo me pir bi ehemmiyet e. Divê peyama Hz. Muhammed neyê jibîrkirin û ji teref hemû kesî bê zanîn. Ji ber vê yekê divê em pêxemberê xwe li ser dilan bi neqşînin. Lewra Îslam bi riya wî ji me re hat. Pêxemberê me berî ku rehmet bike gotiye ‘Ez ji wê re du tiştan dihêlim. Yek ji wan Qur’an a din jî sunneta min e. Heta ku hûn xwe bi wan bigrin hûn nakevin delalete.’ Ji ber vê yekê em dibêjin siyer ji bo me çavkaniyeke elzem û şert e. Ji serî heta binî temam çareseriyên ku mişkîleyên me hal dikin di nav de ye.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir