• DOLAR 32.328
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2282.344
  • ...
Qonvoya bûkê qeza kir: 4 mirî û birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  qeza di wextên êvarî de li ser 25emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Sîwerekê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 33 DNR 25 a ku ajokarê wê Burhan Ataş bû li ser 25emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Sîwerekê ji ber cemed û qeşayê gindirî şarampolê. Di qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Buşra Ataş, Burhan Ataş, Zeynep Ataş û kesekî navê wî nediyar tev de 4 kes can dan  û kesek jî birîndar bû. Hat hînbûn rewşa kesê ku birîndar bûye nebaş e.

Hat ragihandin wesayîta ku qeza kiriye di nava qonvoya bûkê ya ku ji Diyarbekirê ber bi Mêrsînê ve diçû de bû.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir