Pîşêsaz: Teşwîqên ku tên kirin li sehayê nayên dîtin
Pîşêsaz di derheqê daxuyaniya ku ji teref Serokwezîr Bînalî Yildirim ve di derheqê Navendên Cazîbeyê ya ku piştevaniya 23 bajêran dihewand de nirxandinan kirin û destnîşan kirin teşwîqên ku tên kirin li sehayê nayên dîtin.
Serokê Komaleya HAKSÎADê Remezan Azboy di derbarê mijarê de destnîşan kir ji van 23 bajêran 5 bajêr ji heremê wek navenda sereke hatine hilbijartin ku ev yek jî tiştekî erênî ye.
Azboy di berdewama axavtina xwe de diyar kir ya girîng ew e dema ku Bernameya Navendên Cazîbeyê hatin tetbîqkirin însan karibin veberanînan bikin. Azboy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di nava van Navendên Cazîbê de çend bajêr hene ku li wan deran bûyer û mişkîle tunene ku em bifikarin ku veberanîn li wê derê bên kirin. Elbet ji bo wan Meletî, Erzerom û Xarpêt ji hêla bûyîna navenda cazîbê muhîm e; lê ev yek ji bo Diyarbekirê dezavantaj e. Lewra di hinek xalan de cudahî hene.”
Azboy di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser nedîtina li sehayê ya teşwîqên ku tên kirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Nexasim di bin 4 sernavan berhevkirina van veberanînan krîterên di vê berhevkirinê de ji bo muhîm e. Teşwîqên ku tên kirin pêşiya veberhênanan vedike, lê em van teşwîqan di seheyê de nabînin. Em hêvî dikin ev yek bêyî ku li bürokrasiye bieliqe bi lezê bayê bên kirin.”
“Herem bi mişkîleyeke giran a îqtîsadê rû bi rû maye”
Şah Îsmaîl Bedîrhanogluyê Serokê Federasyona Komaleya Karsaz û Pîşêsazên Rojhilat û Başûrê Rojhilat jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bûyerên ku diqewimin di îqtîsadê de bûne sedema taxrîbatên mezin. Bedîrhanoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pevçûna ku piştî 7ê Hezîranê dest pê kir, xendeq û barîqat, operasyon , qedexeyên derketina derve di îqtîsada heremê de taxrîbateke mezin pêk anî. Herem bi mişkîleyeke giran a îqtîsadê rû bi rû maye.”(ÎLKHA)