Wezîr Şîmşek: Tirkiye dewleteke laîk e û ev yek bi tu wechê nikare bê guhartin
Arîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek di axavtina xwe ya ku li Entabê di vekirina fuarên GAPTARIM û GAPFOODê kir de 'Pergala Serokomartiyê' kir û destnîşan kir Tirkiye dewleteke laîk e û ev yek bi tu wechê nikare bê guhartin.
Wezîr Şîmşek di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir : “Pergala Serokomartiyê ne guhartina rejîmê ye. Dewleta Tirkiyê dewleteke laîk e û dewleta hiqûqê ye. Ev yek bi tu wechê qetiyan nikarin bên guhartin. Ji xwe ev yek ne di rojevê de ye jî.”(ÎLKHA)