• DOLAR 32.523
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2420.508
  • ...
SON DAKİKA
 "Bila serokomar ji bo mahkûmên nexweş rayeya xwe ya efûkirinê bi kar bîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoy berî vê 17 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin û di girtîgehê de nexweş ket. Digel malbata wî ji bo ew li derve bê tedawîkirin muracatî îdareya girtîgehê kiribin jî  muracata wan hat redkirin. Şeyhmus Alpsoyê ku a niha li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tekîrdagê de ye û pê re tumora rovîkan heye.

“Digel ku nexweşiya wî zêde bû wî nebirin nexweşxanê”

Suat Alpsoya ku xanima Şeyhmus Alpsoy e di derbarê mijarê de destnîşan kir  zilamê wê ev nêzî 18 salan e ku di girtîgehê de ye û sedema wî ya di girtîgehê de girtinê tenê nasnameya Îslamî ye. Alpsoy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel ku nexweşiya wî zêde bû wî nebirin nexweşxanê.

 “Me ji Serokomartiyê û BÎMERê re daxwazname nivîsand lê tu bersiv nedan me”   

Alpsoy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew bi derfetên xwe hîn bûne ku nexweşiya zilamê wê giran bûye û pêş ve çûye. Alpsoy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku pêwîst bû îdareya girtîgehê rewşa wî xeber dabana me lê xeber nedan me. Wî nebirin nexweşxanê jî. Dema ku me rewşa wî hîn bû me  ji Serokomartiyê û BÎMERê re daxwazname nivîsand lê tu bersiv nedan me û bi me eleqedar nebûn. Piştî ku nexwşiya wî gelek zêde bû wî rakirin nexweşxanê. Lê dîsa wî birin girtîgehê. Dû re ji ber ku rovîkên wî kirine biteqin wî dîsa rakirin nexweşxanê û tespît kirin ku tumor di rovîkên wî de hene. A niha lawaz bûye.”

 “Ji ber ku nexweş e divê ji bo tedawiya wî destûrê bidinê”

Alpoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku di rovîkên wî de tumor hat tespîtkirin re wî neqlî Girtîgeha Sîncana Enqerê. Alpsoy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bawer dikim ew bêsûc e. Ger ku li ba dewletê sûcdar xuya bike jî divê ji ber ku nexweş e divê ji bo tedawiya wî destûrê bidinê. Em ji tu kesî efûyê naxwazin, em tenê dixwazin ji ber ku nexweş e cezaya wî bê taloqkirin û piştî ku baş bû re ji nû ve bê darizandin. Ka binêrin cenzaeya çend kesên ji girtîgehê derket an jî ji ber ku emrê wan hindik maye wan serbest berdidin. Em naxwazin wisa bibe. Ger ku heqîqeten hikûmet bi edalet be  divê vê yekê bikin. Em ji wê edaleta ku ji bo hemû kesî ye dixwazin.”

 “Bila serokomar ji bo mahkûmên nexweş rayeya xwe ya efûkirinê bi kar bîne”

Alpsoy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dewrê Serokomartiya Ahmet Necdet Sezer de mehkûmên çepgir bi hinceta nexweşbûnê hatine efûkirin. Alpsoy dû re wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Daxwaziyeke me tenê heye ew jî tedawîkirina zilamê min e. Em vê ne tenê ji Serokomar bi heman awayî ji Serokwezîr û rayedarên din jî teleb dikin. Zilamê min bêsûc e. Berî vê 18 salan kirin derî bişkînin û ketin hundirê mala me, mala me serûbin kirin. Di mal de tiştekî wek sûc bê qebûlkirin nedîtin, lê dîsa milên wî girtin û wî birin. Me ji wan re got hûn wî bi kû ve dibin. Ji me re gotin ku em ê sibe wî berdin. Lê ev bû 18 sal. Ji mala me 2 kes winda ne, 2 kes li hicretê ne  û 2 kes jî di girtîgehê de ne. Temamê zilman li me kirin. Ez teleb dikim mêrê min ê nexweş û mahkûm bê serbestberdan.”

Îsmaîl Alpsoyê ku lawê Şeyhmus e jî di derbarê girtîbûn û nexweşbûna bavê xwe de hest û nêrînên xwe anî zimên û diyar kir ger ku bavê min sûcdar be jî divê bê  tedawîkirin  û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wezîfeyeke Serokomar heye. Ew dikare mahkûmên nexweş efû bike. Em dixwazin vê rayeya xwe bi kar bîne.”

Di girtîgehan de mahkûmên bi navê Musa Ozer, Ahmet Şahîn, Seyît Alî Demîryol, Turan Ari, Cahît Durmaz û gelek mahkûmên nexweş ji ber ku di wextê wê de mudaxele li nexweşiya wan nehatkirin û di wextê wê de nehatin tedawîkirin  jiyana xwe ji dest dan. Piştî van mehkûmên nexweş ên ku jiyana xwe ji dest dan re  di sala 2016an de Huseyîn Akbalikê ku pê re tumora mêjî peyda bûbû digel ku tedawiya wî li derve hat kirin jî ji ber ku di wextê wê de mudaxele nehatibû kirin wefat kir.

 Malbatên ku naskirîyên wan di girtîgehên de ne ji bo aqibeta lawên wan jî nebe wek yên wan mahkûman ji hikûmetê teleb dikin ku gavên pêwîst bên avêtin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir