• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.254
  • ...
 "Ez hêvî dikim qerar ji tehqîqet û lêpirsînê baştir be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê hat dîtin. Di encama dozê de doz ji teref mehkemê taloqî 15ê Sibata 2017an  hat kirin.

“Em dîsa bibin taqîbkerên dozê”

Piştî niştinê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  daxuyaniya çapemeniyê da. Yapicioglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ew ê bibin taqîbkerên dozê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez wek hiqûqnasekî dikarim bi şikleke eseh bibêjim  heyama lêpirsînê ya dozê gelek xirab bû, heyama darizandinê jî baş nameşe, ez hêvî dikim qerar ji tehqîqet û lêpirsînê baştir be. Em li edaletê digerin. Em hêvî dikin qerareke adil bê dayîn. Ez hêvî dikin ku ev temenniyên me vala derneyên. Ez ji we hemiyan re teşekur dikim. Înşaallah em ê di 15ê Sibatê de jî li vê derê bin. Em dîsa bibin taqîbkerên dozê. Em hêvî dikin temamê welatiyên me yên hesas bibin taqîbkerên vê dozê.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir