• DOLAR 32.373
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2322.24
  • ...
 "Bi darizandina çend tetîkêşan edalet tecellî nake"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li alîgirên xwe kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de alîgirên PKKê derketibûn kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de dihatin darizandin li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê hat dîtin. Di encama niştina ku di seat 10.00an de dest pê kir de  hat dîtin  hinek belgeyên ku mehkeme teleb kiribû hatine û hinek jî  negihaştina li ber destên heyeta mehkemê. Her wiha hat dîtin gelek kesên bersûc jî berşdarî dozê bûn. Di encama dozê de doz ji teref mehkemê taloqî 15ê Sibata 2017an  hat kirin.

Piştî doza ku hat dîtin re daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

“Ger kesên ku vê qetlîamê danekirin neyên darizandin dê 6-8ê Cotmehê cardin biqewimin”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê ji teref raya giştî ve bê zanîn bi darizandina çend tetîkêşan edalet tecellî nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin kesên ku vê yekê danekirin jî bên girtin, bên darizandin û cezaya ku heq dikin ji wan re bê dayîn. Ger kesên ku vê qetlîamê danekirin neyên darizandin dê 6-8ê Cotmehê cardin biqewimin. Dîsa ger ku qatil cezayên ku heq dikin ji wan re neyê dayîn mimkûn e ku cardin xwîn birije. Cardin ji ber vê yekê gelek zarokên me, Yasînên me ji teref van hovan ve bi hovane bên qetilkirin. Ji ber vê yekê divê kesên ku vê yekê dane pêkirin daxilî vê dozê bên kirin.”

Ji parezêrên dozê Hasan Bozdaş jî di derbarê mijarê de diyar kir ew li benda netîceya darizandin û lêpirsîneke rûreş in û îxtîmal e ku di 15ê Sibatê de qerar bê dayîn.(ÎLKHA)












 

Bu haberler de ilginizi çekebilir