• DOLAR 32.562
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2424.38
  • ...
 "Lawê min 23 sal e ku di girtîgehê de ye û niha pir nexweş e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cirm û sûcên ku di salên 1990an û piştî salên 2000an de carinan wek polîtîkaya dewletê û hinek caran ji  bi destên ‘rêxistinên paralel’ ên di nava dewletê de li dijî sazî û kesên xwediyê nasnameya Îslamî hatin kirin îro jî hêj dibin sedema mexdûriyetên mezin.

Remezan Elaltuntaşê ku berî vê 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî  hat girtin di serê wan kesên ku vê mexdûriyetê dijîn de tê. Eltuntaşê ku di pêvajoya binçaviyê de gelek îşkence lê hat kirin  di encama darizandinê de li rasta gelek neheqî û bêhiqûqîyan hat. Di netîcê de berî vê 13 salan di girtîgehê de bi nexweşiya Gutê ket.

Ji ber ku di bin şert û mercên girtîgehê de Remezan Eltuntaş nikare bê tedawîkirin diya wî teleb dike  lawê wî jî ji bo ku weke wan mahkûmên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest nede bila bê tehlîyekirin.

Ayhan Elaltuntaşê ku diya Remezan Elaltuntaş e di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Dê di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  lawê wê ev 23 sal e ku di girtgehê de ye û a niha jî nexweş e û di Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê de ye. Dê her wiha diyar kir ji bo nexweşiya lawê wê lê zêde neke divê li derve bê tedawîkirin.

“Ez dixwazim dawî li vê mexdûrîyetê were”

Dê Elaltuntaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wê bi nexweşiya Guta ku ji  nexweşiya kabikan cûrek nexweşiye ketiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her cara ku ez lawê xwe ziyaret dikim ez werimandina tiliyên lawê xwe dibînim. Ez dê me, dema ku ez wî di wî halî de dibînim ez dimrim. Serokomar hemû kesî dibîne çima me nabîne. Ev yek min qehr û perîşan dike.  Dibû ku lawê wî jî di girtîgehê de bana. Ez dixwazim dawî li vê mexdûrîyetê were.”

 “Mislimanên di girtîgehê de dema ku dikin bimrin encax wan berdidin”

Elaltuntaş di berdewama axavtina xwe de başan kişande li ser mahkûmên nexweş ên di girtîgehan de û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mislimanên di girtîgehê de dema ku dikin bimrin encax wan berdidin. Dostekî lawê min ev bi salan e digel ku qanser e digel bavê xwe di girtîgehê de ye. Dema ku kir bimre wî birin nexweşxanê. Însanên êxtiyar, sûcên wan dayîna dersa Qur’anê. Qey ew kesên ku van kesan avêtine hebsê û kesên ku wan di wir de digrin fedî û şerm nakin.”

 “Ev e edalet!”

Dê Elaltuntaş di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew bi xwe bi nexweşiya şekir û hîpertansiyonê ketiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bi vê halê xwe êşa lawê xwe dijîm. Dema ku ez diçim dîtina lawê xwe û dema ku wî dibin ez sed carî dimrim û bi xwe ve têm. Lawê min ev 23 sal e ku di girtîgehê de ye . Ev e edalet!”

Dê her wiha diyar kir Remezan di 20 saliya xwe de hatiye girtin û a niha di 43 salî ye. Remezan dema ku hat binçavkirin li gor gotinên diya wî 27 rojan gelek îşkenceyên dijwar û tund lê hatin kirin û ji ber van tiştên ku qewimîn bavê wî nema îdare kir û wefat kir.(İLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir