Li Somaliyê êrîşa bombeyî: 12 mirî, 25 birîndar
Li Someliyê di êrîşa bombeyî ya ku li ber otelekê hat kirin de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somaliyê di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya ku li ber otelekê hat kirin de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin di otela ku li ber êrîş hat kirin de rayedarên hikûmetê hebûn.
Hat hînbûn êrîş bi 2 wesayîtan hatiye kirin.(ÎLKHA)