Muhîmata aîdî PKKê hat bidesxistin
Di operasyonên ku li navçeya Heskîfa Êlihê hatin kirin de gelek muhîmat û çekên ku aîdî PKKê ne hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hat dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku li dijî PKKê li qada Mawaya Heskîfê hatin kirin de gelek penagehên PKKê hatin bêtesîrkirin û di operasyonan de 2 Biksî, 2 Kanas, 4 Keleş, 2 RPG-7, 3 M-1, G-3ek, 15 heb bombeyên destan û gelek muhîmatên cûrbecûr hatin bidestxistin. (ÎLKHA)