• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.254
  • ...
Doza kumpasê ya ku li dijî birêvebirên STKyên Îslamî hatibû vekirin hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Seîd Şahîn, Birêvebirê Giştî yê Rehber TVyê Fîkret Gultekîn, Koordînatorê Marmarayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Cengîz Kurtaran, Lêkolînar-Nivîskar Mehmet Alî Gonul, Remezan Suna û Hasan Aydin beşdarî  doza ku hat dîtin bûn.

Serokê heyeta mehkemê mecbûrîyeta beşdarbûna mexdûran û hatina bersivekê ji mehkemeyeke din rakir û dozê taloqî 13ê Nîsana 2017an kir.

Hakim û dozgerê dozê ji FETO hatin girtin

Di 28ê Çileya 2011an de li Stenbolê  di wextê nimêja şeveqê de ji teref polêsan ve di ser gelek mal, STKyên Îslamî, sazîyên medya-çapemeniyê de hatibûn girtin û di serdegirtinan  de 19 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 19 kesan 12 kes ji teref mehkemê ve piştî standina îfadê hatibûn serbestberdan û 6 kesên ku di derheqê wan de  qerara girtîbûnê hebûn piştî 9 mehan ji teref mehkemê ve hatibûn serbestberdan. Mustafa Karaçaliyê ku dozgerê dozê bû û îddîanameyê amade kiribû û Hakim Mustafa Ozçelîkê ku qerara girtinê dabû a niha ji FETO girtîgehê de ne. Ev doza ku bi kumpasan hatibû vekirin ev 6 sal e ku berdewam dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir