• DOLAR 32.437
  • EURO 34.469
  • ALTIN 2486.785
  • ...
Hamas ji planên li Qudsê vekirina balyozxaneya DYEyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê di derheqê  planên li Qudsê vekirina balyozxaneya DYEyê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ev yek dê di şerê Fîlîstîn-Îsraîlê de bibe destpêka heyameke nû û ev tişt dê bibe weke ku benzînê li agir bê dakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ev xwesteka kişandina balyozxanê destnîşan dike ku DYE bi temamî li pişta Îsraîl e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li temamê welatên Îslam û Ereban hat kirin da ku li ba berxwedana xelkê Fîlîstînê bin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir