• DOLAR 32.384
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2326.267
  • ...
Niştina 12emîn a Doza Yasîn Boru îro dê bê dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku derkevin kolanan bang li gel kiribû û di 6-8ê Cotmeha 2014an de gel derketibû kolanan û însanan qetil û derdoran talan kiribûn. Niştina 12emîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz tê de tên darizandin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê dê bê dîtin.

Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir