Di qenala avê de ceseda zilamekî hat dîtin
Li navçeya Sîwereka Rihayê di qenala avê de ceseda mêrekî hat dîtin.
Li nêzî Rêbeja Sîwerek- Hîlwanê di nava qenala avê de ceseda zilamekî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin karkerên ku di qenala avê de dixebitîn di nava qenala avê de ceseda zilamekî dîtin. Karker piştî ku cesedê dîtin re xeber dan polêsan. Ceseda ku ji qenalê hat derxistin hat hînbûn a Sabrî Ozlehlan e.
Di encama lêkolînên ku ji teref dozger ve hatin kirin de di cesede de şopên darbeyan heye.
Di derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.(ÎLKHA)