Wezareta Karên Hundir: Hezar û 698 kes hatin binçavkirin û 610 kes hatin girtin
Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin di nava heftiyeke dawî de ji ber sûcên cûrbecûr hezar û 698 kes hatin binçavkirin û ji van hezar û 698 kesan 610 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn di nava heftiyeke dawî de li dijî PKK, DAIŞ û FETO/PDYyê operasyon hatin kirin. Di van operasyonên ku hatin kirin de tevde hezar û 698 kes hatin binçavkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji van hezar û 698 kesên ku hatin binçavkirin 372 kes ji PKKê, 75 kes ji DAIŞê û hezar û 218 kes jî ji FETO hatin binçavkirin. Her wiha li gor daxuyaniyê ji kesên ku hatine binçavkirin 36 kes ji PKKê, kesek ji DAIŞê û 572 kes jî ji FETOyê hatin girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin di operasyonên ku li dijî rêxistinên çepgir hatin kirin de kesek wek mirî û kesek jî wek sax hat bidestxistin û 33 kesên ku bi van kesan re têkîldar in jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)