Li Entabê qeza trafîkê: 3 mirî 7 birîndar
Li Entabê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de bav û 2 kurê wî jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Entabê-Nizîbê du wesayît li hev qelibîn û gindirîn şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de bav Zekeriya Ozdemîr û kurên wî yên bi navê Mehmet û Onur Gokdemîr jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)