• DOLAR 32.342
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2322.298
  • ...
Ji bo ku masî bijîn pir hewl didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Tarabasana girêdayê navenda Çewlîgê Pengava Sulukê ji ber sir û seqemê cemed girt. Ji bo ku masî bê oksijen nemînin û dûvre nemirin gundî hatin cemhev û bihev re rûyç pengavê cî bi cî şikandin.

Salên berê Pengava Sulukê ji ber ku rûyê pengavê cemed girtibû bi hezaran masî telef bûbûn. Ji bo ku carek din masî telef nebin gundî hatin cemhev û bi xîzar û baltan cî bi cî rûyê pengavê şikandin.

“Berê ji ber sir û seqemê masî telef dibûn”

Mixtarê gundê Sariçîçekê Ahmet Arslanê ku ji ÎLKHAyê re axivî wiha destnîşan kir: “Pengava Sulukê ya li gundê me ji ber ku berê cemed girtibû gelek masî telef bûn. Wek gund em her sal em tên wir û ji bo ku masî telef nebin em cî cî rûyê pengavê dişkînin. Di pengavê de sazana aynali û deqsor (alabalık) hene. Yanê 3-4 cûr masî hene.”

“Ji bo ku masî telef nebin em rûyê pengavê dişkînin bila oksijen bistînin”

Ji gundiyan Mehmet Ozel wiha axivî: “Gola ku em li serê ne û cemed girtiye wek gola Suluk tê zanîn. Ji golên herî mezin ên Çewlîgê ne. 3 sal carek masî davêjin nav golê. Hinek salan ji ber sir û seqemê dema gol cemed digire ji ber ku masî oksîjen nastînin telef dibin. Em îsal jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû mane. Wek gundî em bi xîzaran cemedê dişkînin.”

Endazyara Çandin Xurek û Heywandariyê Ayşe Ercan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Wek personelên Çandin Xurek û Heywandariyê em li vir in. Li ser pengava me ji hêviya me zêdetir tîrbûnî heye. Em bi gundiyan re cemedê dişkînin da ku hewa bi hindir re têkeve temasê.”

Ercan diyar kir ku masiya sazanê ji bo vê rewşê misaîd e û dikare bi vê şiklê nêzî 30 rojan bijî. Dûvre Ercan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gor gotina mixtarê gund ev cemed 15 roj berê dest pê kiriye. Gor vê yekê hêj 15 roj jî wextê me heye. Dê ev şopandina me jî bidome. Dê em di vê heyamê de şikandina cemedê bidomînin. Ji bo jîna masiyan ev rêbaz rast e.”

“2 sal berê di vê pangavê de 40 hezar masiya sazanê hebû”

Midûrê Çand Xurek û Heywandariyê yê Bajêr Mehmet Yildirim di derbarê mijarê de wiha daxuyanî da: “Îsal ji ber şert û mercên zivistanê ya zor û zehmet pengava me 50 cm cemed girt. 2 sal berê li vê pangavê wek Çand Xurek û Heywandariyê ya Bajêr 40 hezar masiya sazanê em avêt vir. Ji bo ku masî nemirin wek gundî, mixtar û tîmên Çand Xurek û Heywandariyê em geh geh cemedên li vir dişkînin. Ji bo ku masiyên pengavê oksîjen bistînin em hewl didin.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir